Mezlûm Ebdî: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û xwediyê wê lê vegerin ((HAT NÛKIRIN))

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû de, diyar kir ku divê ew ji aliyê siyasî, leşkerî û têkoşîn û azadiya civakî amade bin.
Ebdî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk operesyona dagirkirinê dest pê bike, dê fatoreya vê ji bo hemû hêzên li vê herêmê pir giran be.

Piştî salek di ser dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî re derbas bû, dewleta Tirk dîsa gefa dagirkirina herêmên din ên nû xwar..

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî der barê vê yekê de ji Ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku hîna hicetên dewleta Tirk ên digirkirinê li pêş in û armanca sereke dagirkeriye herêmê ye.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re yên di pêvajoya dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de jî û diyar kir ku ev dewlet berpirsyariya xwe bi cih nayînin.

Mezlûm Ebdî: Eger Tirkiyê êrîş bike wê fatoreya vê ji bo hemû hêzan giran be

Fermandarê Giştî yê QSD’ê der barê gefên dewleta Tirk li dijî herêmên ewle de wiha got:

“Çi dema dewleta Tirk firsend dît, bêguman dê êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin.

Lewma jî divê em ji aliye têkoşîna siyasî, leşkerî û azadiya civakî de amade bin.

Aniha em xurt in, ew jî qels in. Hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne.

Ji ber vê yekê jî, dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagir bike.

Eger bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureya vê ji bo hemû hêzên li vê derê pir giran be.”

Mezlûm Ebdî: DYE û Rûsya ji ber garantor in, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Mezlûm Ebdî anî ziman ku divê helwesteke hişk li dijî dewleta Tirk bê nîşan dan ku careke din van sûcan pêk neyîne û bang li sazî û hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava hewldanan.

Ebdî her wiha bang li Amerîka û Rûsya yên garantor jî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û herêmê ji gef û êrîşên Tirkiyê biparêzin.

Back to top button