Rojnameya Alman: Tankên Ukrayna bi petrola Rûsya kar dikin

Di şerê li Ukraynayê de, çekên giran bûne hêza sereke ya şer.
Lê ya balkêş ew e, tankên Ukrayna bi petrola Rûsyayê kar dike.
Ev petrol jî ji herdu welatên herî nêzî Rûsya, Tirkiye û Macerîstanê tê girtin.

Ukrayna bi piştevaniya ji welatên Rojavayî digre, şerê xwe yê li gel Rûsya didomîne.

Artêşa Ukrayna bi çekên giran hewildide, Rûsya ji xaka welat derxîne.

Rojnameya bazirganiyê ya Almanya Handelsblatt nivîsand ku tank û jeneratorên mazotê yên rojavayî yên ku ji hêla Ukraynayê ve têne bikar anîn bi nefta Rûsyayê têne xebitandin.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku nefta Rûsyayê ya li Macarîstan û Tirkiyê tê parzûnkirin ji Ukraynayê re hatiye şandin.

Macerîstan firotina neft û gazê bo Ukrayna du qat zêde kiriye

Hate gotin, mezina neft û gazê ya Macarîstanê MOL di 6 mehên dawî de firotina xwe ya ji Ukraynayê du qat zêde kiriye.

Hate destnîşankirin ku beşeke pir mezin a depoyên ku MOL ê ji Rûsyayê hatine kirîn.

Her çend Macarîstan endamê Yekitiya Ewropayê ye jî, ji bo kirîna petrolê ji Rûsyayê bi rêya boriyan, ji Brukselê desturek taybet wergirt.

Rojnameyê nivîsand ku Macarîstan li gorî welatên YE ku ji ber cezayan pişka wan a bazarê kêm bûye, dibe ku bihayên kêmtir pêşkêşî Kîevê bike.

Berî şer, Ukrayna ji sedî 30 hewcedariyên xwe yên navxweyî ji parzûngeha Kremenchug a li herêma Poltava, ku petrola Azerbeycanê lê dihat hilanîn, distand.

Parzûngeha ku di Nîsana 2022’an de bû armanca moşekên Rûsyayê, paşê bi kapasîteya sînorkirî dest bi xebatê kir.

Tevî ku rêveberiya Kîevê girêdayî berhemên îthalatê ye jî, tevî tank û maşînên zirxî yên welatên NATO’yê şandine, niha li Ukraynayê kêmaniya petrolê nîne.

Analîstê Enstîtuya Ewropaya Navîn Mîchal Paszkowski di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de got,

“Mazot di ser Polonyayê re bi rêyên hesinî tê şandin.

Neft ji Slovakya û Macarîstanê bi boriyan tê, mazot jî ji Romanyayê bi rêya deryayê tê şandin.”

Back to top button