Îro 5.salvegera teqîna Qamişlo ya Taxa Xerbî ye

Îro, 5.salvegera bûyereke biêş e..
Salvegera teqîna Qamişlo ya Taxa Xerbî ye.
Berî 5 salan weke vê rojê şêniyên Qamişlo çavên xwe li vê teqîna malwêran vekir.
Vê teqînê 62 kes şehîd li paş xwe hiştin û bi dehan jî birîndar kirin.

Roja ku Qamişlokê veguhandin goleke ji xwînê.

27 Tîrmeh 2016, saet 09:02, Qamişlo birîndar kir..

Li Taxa Xerbî ya bajêr, DAIŞ’ê barhilgirek di nava welatiyan de teqand û 62 kesan jiyana xwe ji dest da û 176 jî birîndar bûn..

Wê demê ew çete li Minbicê têk diçûn, tola xwe ji sivîlan radikirin.

Parçeyên wê teqînê, gihaştin her çar aliyên Qamişlo..

Dengê zarokan û qêrîna dayîkan bilind dibû..

Avahî bi ser hev de ketin û tiştek li ser tiştekî nema..

Di wê rojê de dîmenên bi êş ji Qamişloka Evînê, derdiketin..

Lê şervanên Qamişlo û xuşkên wê, DAIŞ li ser lingan nehiştin..

Piştî vê bûyerê bi 18 rojan ew di Minbicê de tune kir..

Hêzên Sûriya Demokratîk li pey wan ketin û di 23’ê Adara 2019’an ew çete bi dawî kir..

Kela Qamişlokê, Til Hasil û Til Eran û ya her derê hênik kir..

Qamişlo îro careke din buhişt e..

Back to top button