Li Şehbayê alîkariyên mirovî yên ku xelkê Silêmanî şandine ji mexdûrên erdhejê re têne belavkirin.
Hezar û 450 pakêtên madeyên xwarinê li şênî û kesên astengdar ên li Fafîn û Ehdas hatine belavkirin.
Derbarê mijarê de Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê li depoyên genim ên li navçeya Ehdas a Şehba daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji hêla endamên desteyê, bi zimanên Erebî û Kurdî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de spasiya xelkê Silêmanî hate kirin û wiha hate gotin:
“Ji wan alîkariyan dê hezar û 350 paketên xwarinê li malbatên navçeyên Fafîn û Edas ên Şehbayê bên belavkirin.
100 paketên xwarinê jî, dê li kesên astengdar bên belavkirin.
Piştî daxuyaniyê, endamên desteyê dest bi belavkirine alîkariyan kirin.