HPG’ê 5 gêrîlayên şehîd bi rêzdarî birîr anî

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrişî çeperên Berxwedanê yên li qada Sîdayê kir. Her wiha HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2017’an de şehîd bûne bibîr anî û got: “Hevrêyên me ji herêmên cihê yên Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bûn û bûne mînakên herî pêş ên yekîtiya gelê me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaiyek belav kir.

HPG’ê diyar kir ku epêerên berxwedanê bi çekên qedexekirî hatin bomberkirin û ev agahî dan:

“15’ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha 15, 16 û 17’ê Nîsanê Girê Cûdî, Girê FM’ê, Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopteran, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.”

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 ku gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûne jî eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malabatê şehîdan û gelê welatparêz re xwest û ev yek got:

“PKK li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, parastina nasnameya gelê xwe kiriye.

Pêşketina hişmendiya neteweyî ya li Kurdistanê mîsoger kiriye û xeyalê yekîtiyê yê gel ava kiriye.

Bêguman ev yek bi ked û berdêleke mezin a şehîdên me yên qehreman in hatiye avakirin.

Ev hevrêyên leheng ên ku li seranserê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me têkoşiyan û şehîd bûn.”

HPG’ê diyar kir ku hevrê Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn di dema berxwedanên destanî de bi fedekarî şehîd bûn û got:

“Ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn û di heman demê de bûn mînakên herî diyar ên yekîtiya gelê me.”

Nasnameya Gêrîlayên şehîd bûne wiha ne:

Berfîn Bazancîr, bi nasnav Seran Kurdistan Xoser, ji dayikbûnê Çewlîk, di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Nasnav: Seran Kurdistan Xoser
Nav û paşnav: Berfîn Bazancîr
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Navê Dê : Gulser
Navê Bav: Hîlmî
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Denîz Ronî
Nav û paşnav: Sûnay Aydin
Cihê jidayikbûnê: Qers
Navê Dê : Aslihan
Navê Bav :Kaplan
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Battal Menal
Nav û paşnav: Sezaî Altekîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê : Makbûle
Navê Bav: Cemîl
ÊDîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Andok Fedakar
Nav û paşnav: Latîf Kaymak
Cihê jidayikbûnê:Amed
Navê Dê : Remziye
Navê Bav: Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Harûn Kiçî
Nav û paşnav: Zuheyr Uca
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê û bav: Sorî
Navê Bav: Omer
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button