Çeteyên dewleta Tirk 15 dar li Efrînê birîn.
Efrîn POST ragihand ku yek ji kesên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatiye bicihkirin û ew bi xwe ji Hemayê ye 12 darên zeytûnê yên malbata Şêx His ê ji gundê Tirnda birîne.
Li aliyekî din jî, li ser rêya Til Tewîl ya ser bi Racoyê ve çeteyan 3 darên mezin yên gûzê birîn.
Ew dar jî milkên welatiyê bi navê Xelîl Muherem in.
Çete piştî ku van daran dibirin, wekî êzing li bazarên Idlib, Bab, Ezaz û Efrînê difroşin.