BERAWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 114’AN DE YE

114 roj in , Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê de bi biryardarî li ber xwe dide.
Îro Leyla Guven ji rêxistinên jinan li Stenbolê re peyam şand û got:
Bedena min zerarê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Em nêzî serketinê ne.
Li aliyekî din êdî berxewdana greva birçîbûnê derbasî qonaxek nû bû û îro hemû girtiyên siyasî ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva bê dem û bê dorveger kirin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 114’an de ye.

Her roj rewşa Guven ya tenduristiyê xerabtir dibe, lê moralên we her bilinde.

Gelek rêxistinên jinan ên li Stenbolê bi sloganên “Piştgiriya bi Leyla re, bibin dengê wê” ku îmze ji bo Guven kom kirin, li oteleke li Taksîm a Stenbolê bi civîneke çapemeniyê ragihandin.

Leyla Guven ji bo kombûna jinan peyamek şand û wiha got:

Ez 8’ê Adarê roja berxwedana jinan li we hemûyan pîroz dikim.

Ez pê bawerim ku her roja nû, her 8’ê Adare-ke nû wê bibe mizgîniya rojên azad.

Di 8’ê Adarê de em ê daxwazên civakê li qadan bînin ziman.

Ez serbilind im ku pêşengiyê ji çalakiyeke wiha re dikim.

Gelek nasnameyên min hene, ku min gelek ji wan bi xwe hilnebijart.

Lê min bi xwe biryar da ku bibim femînîst. Min bi xwe biryar da ku çalakiyê bikim.

Hîn jî ji aliyê ruhî ve xwe baş dibînim. Bedena min zeraz li min bike jî mejiyê min moralê dide min.

Piştî peyama Guven, daxuyaniya hevpar a 525 jin û rêxistinên jinan ji aliyê nivîskar Ayşegul Devecî-oglû ve hat xwendin.

HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ ÎRO KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li aliyekî din êdî berxewdana greva birçîbûnê derbasî qonaxek nû dibe îro hemû girtiyên siyasî ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva bê dem û bê dorveger kirin.

ŞANDEYA ÇAVDÊRIYÊ YA GREVA BIRÇÎBÛNÊ: REWŞ KRÎTÎK Ê

Şandeya Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî di grevê de ne kir.

Şandeyê piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.

Yolerî diyar kir ku ew bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin kirin e.

Rewşa nexweşiyê yên di girtiyan de peyda bûne asta krîtîkbûnê nîşan dide.”

Yolerî anî ziman ku cezayê dîsîplînê li çalakgeran hatiye birîn.

Wezareta Dadê daxwaza hevdîtina me ya bi girtiyan re qebûl nekir.

Lê me di derbarê tenduristiya wan de ji parêzeran agahî wergirt.

Li gorî agahiyên me bi dest xistin kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin.

Leave a Reply

Back to top button