Tahran: Ti têkliya me bi êrişa li dijî Selman Rûşdî re nîne

Li bajarê New York yê Amerîka êrişî nivîskarê Îranê Selman Rûşdî hate kirin. Wezareta Karê Derve ya Îranê ragihand ku ti têkliya wan bi êrişakarê ku xwestiye Rûşdî bikuje re tineye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku mafê kesê nîne ji ber êrişê Komara Îslamî ya Îranê sûcdar bike.

Di daxuyaniya ku di civîna çapemeniyê de hat dayîn de wiha hat gotin,

“Ji ber vê êrîşê tenê Selman Rûşdî û alîgirên wî layîq in ku bên sûcdarkirin û heta mehkûmkirin.

Selman Ruşdî bi heqaretên li cihên pîroz ên Îslamê û derbaskirina xetên sor hêrsa gel kişandiye ser xwe.”

Nivîskarê Hindî-Brîtanî Selman Ruşdî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dema ku dixwest dersê bide bû armanca êrişê.

Rûşdî yê ji stûyê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Rêveberiya New Yorkê ragihand ku rewşa Rûşdî baş dibe.

Hat ragihandin ku nivîskarê 75 salî yê ji stû û zikê xwe nêzî 10 birînên kêrê girtiye giran e lê dest bi başbûnê kiriye.

Hat îdiakirin ku êrîşkar sempatîzanekî Îranê ye.

Hate hînbûn ku kesê êrîşî Ruşdî kiriye Hadî Matar ê 24 salî ye ku zarokê malbateke Libnanî ya li Amerîka dimêne ye.

Back to top button