Li devera Kawyan a bajarê Ferîman ê Îranê, teqînek di embareke tîrkirina gazê ya dezgeha “Petroneft” de rû da.
Televîzyona Iran international da xuyakirin ku di encama teqînê de, ziyaneke mezin gihîştiye şirketa çêkirina tîrkeriyên gazê û bandor li şirketeke din jî kiriye.
Televîzyonê da zanîn ku ji bilî ziyanên madî, ti ziyanên canî çênebûn.
Ev heye demek, li Îranê teqîn û şewat li dezgehên leşkerî, nuklerî û kîmawî rû didin û heta niha nehatiye zanîn bê kî li dû van bûyeran e.