50 malbatên sûrî daxwaza derketina ji kampa Holê kirin

Piştî Rêveberiya Xweser biryar da ku malbatên sûrî yên ku Bixwazin ji kampa Holê derkevin, wên bên derxistin, 50 malbatên Sûriyê daxwaza derketina ji kampê kirin.

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan li Kampa Holê Cabir Mistefa diyar kir ku wan dest bi tomarkirina navên malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin kirin û heya niha 50 malbatî xwestine ji kampê derkevin.

Cabir Mistefa destnîşan kir ku di tedbîrên tomarkirina navan de hêsankirin heye û ew hewl didin di hefteya bê de yekemîn komê ji kampê derxînin.

Li gorî serjimariya Rêveberiya Kampê, 6 hezar û 706 malbatên sûrî yên ji hemû deverên Sûrî li kampê dimînin.

10’ê Cotmeha derbazbûyî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, dikarin derkevin.

Back to top button