Kampanya îmzeyan ya ji bo derxistina dewleta Tirk ji Başûr didome

Li dijî dewleta Tirk a dagirker, bertek û nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê dewam dike. Rêxistina Jiyanewey Gencan kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê dewam dike. Pêşmergeyên Dêrîn jî da xuyakirin ku ew amade ne bi gerîla re mil bi mil li dijî Tirkiyê şer bikin.

Rêxistina Jiyanewey Gencan, kampanya îmzeyan ji bo derxistina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê li herêma Raperînê dewam dike.

Şêniyên Raperînê diyar kirin ku lidarxistina vê kampanyayê, gaveke pîroz e.

Şênîyan dan zanîn ku divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî dewleta Tirk bi hev re rabin.

Endamê Rêxistina Jiyanewey Gencan Araz Ranye jî da xuyakirin ku kampanya wê heta dawiya vê mehê bidome.

Ciwanên Welatparêz ên Xurmatû jî di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftenînê de îmze kom kirin.

Ciwanan di nava çend saetan de, zêdeyî 500 îmzeyan kom kirin û kampanya hîn dewam dike.

Newroz Fazil: Hêzên Başûr bûne beşekî dagirkeriya dewleta Tirk

Çavdêrê siyasî Newroz Fazil da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze herêmên Başûrê Kurdistanê tev li nexşeya Tirkiyê bike û petrol û sermayeya wê talan bike.

Newroz Fazil destnîşan kir ku hêzên Başûrê Kurdistanê bûne beşek ji dagirkeriya dewleta Tirk û got:

“Hêzên Başûr têk çûne. Bêvîn û ne xurt in. Nikarin li hember siyaseta Tirkiyê derkevin.
Nikarin ji pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Başûrê Kurdistanê re çareseriyan pêş bixin. Lewma ji bo mayîna xwe, piştgiriya dagirkeran dikin.”

Pêşmergeyên Dêrîn: Em amade ne bi gerîla re li dijî Tirkiyê şer bikin

Pêşmergeyên Dêrîn jî ji hebûna dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê nerazî ne.

Pêşmergê Dêrîn yê bi navê Kameran Resûl wiha got:

“Me ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn dikir. Niha jî em amade ne ku çekê hilgirin û bi gerîla re mil bi mil li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin.”

Back to top button