Ixwan doza guhertinê kir, partiyên siyasî jî li dijî wan derketin

Piştî daxwaza Tevgera Nehda ya Ixwanî ku divê serokê hikumeta Tûnisê istifa bike, duh serokwezîr Ilyas el-Fexfax weke bersiv ragihand ew ê hinek guhertinan di hikumetê de çêbike.

Tê payîn, Wezîrên Tevgera Nehda ku jimara wan di hikumetê de 6 e, bên guhertin.

Serokê Tevgera Nehda Raşid el-Xenûşî ku di heman demê de serokê parlamena Tunisî ye jî, berî du rojan xwest bi serokê welat re bicive da hikumeteke nû ava bike.

Lê duh, serokê Tûnisê Qeys Sied teqez kir ku ew ê bi Tevgera Nehda re rûnenê û ti guhertinan qebûl nake.

Piştî vê gavê, 5 partiyên siyasî dest bi rêkarên kişandina baweriyê ji Xenûşî kir.

Heya niha jî, zêdetirî 73 îmze hatine komkirin.

Li gorî van partiyan, ji ber Xenûşî biryarên yekalî digire divê ji erk bi dûr bikeve.

Ji 2011 ve, 11 hikumet li Tûnisê hatine avakirin û heya niha di aramî di warê siyasî de nedîtiye.

Back to top button