Çeteyên Feyleq El Şam li Şêrawa ya Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyek revand.
Her wiha agir berdan zeviyên zeytûnan û erdên çandiniyê.

Hate ragihandin ku çeteyên koma ′Feyleq El Şam′ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ehmed Xelîl Elo yê ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa revand.

Hate zanîn ku Ehmed Elo yê hatî revandin birine girtîgeha li gundê Îska yê girêdayî heman navçeyê û çarenûsa wî ne diyar e.

Heman koma çeteyan rûberên berfireh ji zeviyên zeytûnan û erdên çandiniyê yên li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawa jî şewitandin.

3 Welatiyên din li Efrînê hatin revandin

Back to top button