Li çolistana Dêra Zorê 15 leşker û alîgirên Îranê hatin kuştin

Li çolistana Dêra Zorê di encama êrîşeke Israîlê de 15 leşker û alîgirên Îranê hatin kuştin.

Çavêdriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên Israîlê hêzên Îranê û alîgirên wê li çolistana Dêra Zorê kirin hedef.

Di encamê de 15 leşker û alîgirên Îranê hatin kuştin.

Deverên ku hatine hedefgirtin jî gundên Qoriya, Salihiyê û Meyadîn li rojhilatê Dêra Zorê ne.

Hat ragihand ku ji ber rewşa birîndaran e giran, dibe ku hejmara kesên kuştî zêde bibe.

Duh êvarî jî Israîlê depoyên çek û cebilxaneyên hêzên hikumeta Şamê û Îranê li herêma Sifêra li başûr-rojhilatê Helebê kiribûn hedef.

Ev çend roj in êrşên Israîlê li dijî deverên hêzên Îranê li Sûriyê zêde bûne.

Beriya çend rojan jî dîsan balafirên şer ên Israîlê deverên hêzên Îranê li Deraa û Helebê tobaran kiribûn.

Hemwextî wê li Homsê jî êrîş li dijî ceblxaneyên çekan ên Îranê pêk hatibûn.

Back to top button