“Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizinandin”

Malbatên windahiyên Êzidiyan diyar kirin ku ew jî dixwazîn tevlî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bibin.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ewê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bike.

Têlîldarî vê mijarê gelê Êzidî axivîn û diyar kirin ku divê ew jî tevlî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bibin.

Êzidiyên Şengalê: Divê em di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de amade bin

Yek ji şêniyê Şengalê Saro Mirad’ê ji gundê Sîba Şêx Xidir da zanîn ku ji gundê wan zêdetirî 100 kes hatin revandin û şehîdkirin.

Mirad têkîldarî êrişên çeteyan a li ser Şengalê wiha got:

“Dema çeteyan êriş kirin me li ber xwe da û gelek kes li mewziyan de şehîd ketin.

Heta niha cenazeyên wan nehatine dîtin.”

Mirad balkişand ser darizandina çeteyên DAIŞ’ê û got:

“Biryara darizandina çeteyan li Rojava biryarekî di cih de ye û em wek malbatên qurbaniya pêwîste di vê dadgehê de amade bin.”

Koçer Mirad a 73’ê Salî jî ji malbata wê 4 kes ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê.

Neviya wê ya 8 salî piştî mayîna 5 salan di destê çeteyan de li 2019’an ji aliyê QSD’ê ve ji Kampa Holê tê derxistin û bi rêya Mala Êzidiyan û TAJÊ’ê digihê wan.

Dayê Koçer diyar kir ku ew şahidê sûcê çeteyên DAIŞ’ê ne lewma divê ew jî beşdarî dagehkirina wan bibin.

Heta niha aqûbeta 2 hezar û 693 Êzidiyan nayê zanîn

Li gorî daneyên saziyên navnetewî di dema êrişa çeteyan a li ser Şengalê de 6 hezar û 417 kes hatin qetilkirin, revandin û libazaran hatin firotin.

Ji vê hejmara heta niha aqûbeta 2 hezar û 693 kesan nayê zanîn.

Back to top button