Encamnameya 2. a komxebata Surî hate eşkerekirin

Komxebata 2′. a Sûrî piştî nirxandina mijaran bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de banga pêşxistina biratiya gelan û destekdayîna QSD’ê hate kirin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin dîroka têkiliyên Kurdî – Erebî û derfetên pêşxistina van têkiliyan bi awayekî berfireh hate niqaşkirin û wiha hate gotin:

Di nêrînên beşdaran de girîngiya pêkanîna nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser van têkiliyan da hate destnîşankirin.

Her wiha armancên û yên girîng ên têkildarî çarenûsa hevbeş a gelan û civakên herêmê hatin nîqaşkirin.

Nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser têkiliyên dîrokî ya gelên herêmê wek bingeha parastina van têkiliyan hate dîtin ku bi wê yekê projeyên nijadperestî û neteweperestî yên herêmê jî têk diçin.

Beşdaran bal kişandin li ser girîngiya xurtkirina pergala ewlehî û istiqarê û gotin:

Çareserkirina aloziya Sûriyeyê di têkiliyên stratejîk de ye.

Di dawiya encamnameyê de beşdarên komxebatê bang li rûspiyên eşîran û kesayetên siyasî kir ku erkê xwe yê dîrokî yê pêşxistina biratiya gelan û destekdayîna QSD’ê pêk bînin.

Back to top button