Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist ku li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.
Civîn li Navenda Lêkolîn û Şêwiriya Dîplomatîk a li Qamişlo li dar ket.
Di civînê de Bedran Çiya Kurd behsa civînên Astana û Soçiyê kir û got:
“Gelek lihevkirin hene û ev lihevkirin roj bi roj bi awayekî neyînî bandorê li rewşa Sûriyê û herêmên me dike.
Divê em rêbaza danûstandina bi lihevkirinên li Astana û Soçiyê pêk hatine, nîqaş bikin.”
Çiya Kurd îşaret bi rola neyînî ya Tirkiyê li Sûriyê lîstiye û siyasetên wê yên dijminane kir û got:
“Paşguhkirina van azaran û destpêkirina danûstandinan pê re, dê karesateke siyasî û mirovî bi xwe re bîne.
Ji ber wê ev beşa girîng a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser hêzek e ne hêsan e û dikare bibe zemîneke dewlemend û baş a çareseriya siyasî li Sûriyê û nabe were paşguhkirin.”