Nagîhan Akarsel jina ku prensîbên azadiya jinê di jiyana xwe de pêkanî bû

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de careke din yek ji pêşengên tevgera azadiya jinan, endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê bû hedefa sekvanên pergala faşîst a baviksalar. Pêwîst e em jiyan, têkoşîn, kelecan û hevaltiya hevala Nagîhan nas bikin da ku em bikarin bi şêwazeke encamgir tola xwe rakin û hêrsa xwe li hember vê kiryara hovane bizivirînin pêngaveke nû ya şoreşa jinan.FILM

Nagîhan Akarsel di sala 1976’an de li gunde Xelîkan girêdayî bajarê Konyayê ji dayîk dibe.

Ew di nava çandekî pirzimanî, bawerî û çîrokên dewlemend ên Kurdên Anatolya Navîn mezin dibe.

Ji ber vê sedemê hevala Nagîhan bi jin, zarok, kal û pîrên ji hemû deverên Kurdistanê pir zû têkiliyên ji dil avadikir.

Rixmê ku Nagîhan ji dibistana seretayî heta zanîngehê di dibistanên dewleta Tirk de bi zimanê Tirkî xwend di dilê de wê de heqîqata welatê wê Kurdistanê hertim yek bû.

Jiyana şoreşgertiyê ya hevala Nagîhan bi awayekî rêxistinkirî di salên 1990’î de dest pê kiriye.

Wekî jineke Kurd wê bersiva lêgerînên xwe yên heqîqat, evîn û azadiyê di rastiya Rêber Apo de, di têkoşîn û jiyana Tevgera Azadiyê de didît.

Felsefe û nirxandinên Rêber Apo ji bo hevala Nagîhan dibûn çavkaniya bingehîn a hêz û îlhamê di tevahî xebatên xwe de, di meyzandina xwe ya jiyanê û têkoşînê de.

Nagîhan sala 2001’an de tê girtin û 6 salan di zindanê de dimîn e.

Lê tu caran ne di dema girtinê de, jî dema piştî tê berdan kelecana wê kêm nabe.

Hema piştî tê berdan dibe nivîskar, avaker a yekemîn Ajansa Nûçeyan ya Jinan (JINHA)

Yekem car peyva Jineolojî di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo de xwend her tim zindî bû.

Ji sala 2015’an û şûnde bi awayek aktiv di pêşxistina Jineolojiyê de cih digre.

Hem wekî endama desteya weşanê ya Kovara Jineolojiyê, hem jî wekî nivîskar wê perspektîfên nû avadikir.

Heval Nagîhan bingeha sazîbûyîna Akademiya Jineolojiyê û navendên lêkolînên Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê rolek sereke leyîst.

2019’an berê xwe dide Başûrê Kurdistanê bi taybet li Silêmaniyê di xebatên Akademiya Jineolojiyê pêşengtî dike.

Xwediyê fikra avakirina navenda pirtûkxane, arşîv û lêkolînên jina Kurd e.

Yek ji xeyalên wê ewbû ku romanek li ser jiyana xwe û naskirina wê ya ji bo fikrê Rêber Apo binivîse.

Nagîhan Akarsel tevayî jiyana xwe ji bo lêgerîna li pey nûbûn û pêşketinê veqetand.

Di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo pêşxistina jin û civakê xebat kir.

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê hemwextî serhildana “Jin, jiyan, Azadî” û salvegera Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, ji aliyê MÎT’a Tirk û hevkarên wê ve hate şehîdkirin.

Back to top button