MSD’ê kuştina parêzer Luqman Hemîd Henan ku li Efrînê hat kuştin şermezar kir.
Doh çeteyên dewleta Tirk li Efrînê parêzer Luqman Henan ê 45 salî bi êşkenceyê kuştin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê mijarê de daxuyanî da û kuştina wî şermezar kir.
MSD’ê got: ”Dewamiya dagirkeriya li bakurê Sûriyê, tê wateya dewamiya terorê û sûcan.
Sûcê kuştia parêzer, dewama rêzafilmê çewisandin û rijandina xwîna kurdên resen ên herêmê ye.”
MSD’ê banga eşkerekirina detayên bûyerê bi rêya pêkanîna lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî kir.