Bijîşkan bang li şêniyên kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiya înfilowenzayê bigirin.
Bi hatina demsala zivistanê re, li Bakur û Rojhilatê Sûrî jimara pêketiyên înfilowenzayê zêde bûn.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mustefa derbarê mijarê de axivî.
Dr. Ciwan anî ziman ku belavbûna nexweşiyê di nava şêniyan û taybet zarokan de normal e û got:
Ji ber guhartina avhewayê di navbera roj û şevê de înfilowenza pir di nava xelkê de belav bûye.
Hemû nexweşxaneyên li herêmê 24 seatan amade ne ku nexweşan derman bikin.”
Rêveberê giştî ya nexweşxaneyê dil û çavan, Dr.Mihemed Elî Ebdî jî banga girtina tedbîran kir û got:
”Divê xelk maskan bi kar bînin, zûratê vexwin, fêkî bixwin û ji malê dernekevin.”