Şêniyên gundên ser sînor ên Minbicê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan û tekez kirin ku ew ê li hember êrişan bisekinin.
Welatiyê bi navê Hesen El Ehmed (76) ê ji gundê El Hoşeriyê yê li eniyên şer e got :
Dewleta Tirk rojane gundên me topbaran dike..
“Berxwedan vebijêrka me ya yekane ye”
Berxwedan rêya me ya yekane ye..
Ev ax û welatê me ye û em dev jê bernadin.
Em dê piştgiriya QSD`ê bikin û li hember dijmin li ber xwe bidin heta ku serketin pêk were.”
Welatiyê bi navê Hisên Xelîl ê ji heman gundî jî got:
”Dewleta Tirk şerê terorê nake, lê belê şerê gelê herêmê dike.
Ew naxwaze gel di nav aramî û ewlehiyê de bijî ..
Hewl dide ku tevliheviyan li herêmê çêbike û şêniyan ji axên wan derxe da ku bi hêsanî dagir bike.
Musa Mihemed El Begar jî tekez kir ku em nahêlin ku dewleta Tirk axa me dagir bike.