“Berxwedana me dê dewam bike”

Şêniyên kampa Berxwedan a Şehbayê, dorpêça li Şehbayê şermezar kir û tekez kirin ku berxwedana me dê berdewam bike.

Koçbera bi navê Heyat Mihemed diyar kir ku ji 4 salan ve, ew di nav kampê de ne û got:

”Ji ber ku dewleta Tirk axa me dagir kir, em koçberî Şehbayê bûn.

Niha jî hikumeta Şamê dorpêçek li ser herêmê ferz kiriye.”

Koçbera bi navê Leyla Îbiş jî got: “Dorpêç dermirovî ye. Lê wê vîna me neşikîne.

Em gelekî berxwedêr in û em ê li hember siyasetên hikumeta Şamê berxwedana xwe dewam bikin.

Koçberê bi navê Ehmed El Casim jî da zanîn ku Pêwîstiya xelkê li vir bi hêmanên jiyanê heye.

Koçberê bi navê Şêx Ehmed jî teqezî bi domandina berxwedanê heta vegera li Efrînê kir.

Back to top button