Serokê YNK’ê Bafil Talebanî piştrast kir ku wê YNK’ê piştgiriya Rojava bike.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî piştî serdana Rojava, civîna polîtbûroya partiya xwe lidarxist.
Piştî civînê partiyê daxuyaniyek da û got:
”Di civînê de Bafil Talebanî behsa naveroka serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê kir û gotiye:
Aliyên Kurd hem fikir bûn ku YNK piştgiriya xebata demokratîk û aştîxwaz a gelê Kurd ya li Rojava kiriye.
Ji bo gelê Rojava mafê xwe bidest bixe wê YNK’ê piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bike.
Her wiha da zanîn ku ew ê di têkoşîna li dijî terorê de hertim piştgiriya gelê Rojava bikin.