Însiyatîfa Nûn ji bo azadiya Ocalan daxuyanî da

Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan veşartina necivandina CPT′ê bi rêber Apo re şermezar kir. 

Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan ji bo redkirina Rêber Apo ji hevdîtina bi CPT re û veşartina CPT ji vê mijarê re daxuyaniyek da.

Însiyatîfê got: ”Em tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirkiyê ferz kiriye bi tundî şermezar dikin.

Tirkiyê nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pêre hevdîtin bikin, ev hemû binpêkirinên qanûnên mafên mirovan in.

Derbarê serdana CPT ji Îmraliyê re jî Însiyatîfê ev tişt anî ziman: CPT′ê di vê dawiyê de ragihand ku serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye.

Û hate eşkerekirina ku bi rêber Ocalan re neciviye. Lê vê dawiyê jî dibêje wê serdan nekiriye. Em helwesta CPT′ê ya derew şermezar dikin.

Însiyatîfê bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe û bang li civaka navneteweyî jî kir ku ji bo azadiya Rêber Apo zextê li Tirkiyê bikin.

Back to top button