Xelkê Hesekê xwestin tecrîd bi dawî bibe

Welatiyên ji kantona Hesekê bang li pêkhateyan kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestixistina azadiya fîzîkê tê bikoşin.

Ebdurezaq Mihemed diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke siyasî ye û daxwaza zelalkirina rewşa wî ya tendirûstî kirin.

Mihemed got: ”Bi rêya tecrîdkirinê dixwazin armancên xwe yên siyasî li Rojhilata Navîn pêk bînin û tawîzan ji gelê Kurd bistînin.”

Ebdulrezaq Mihemed di dawiyê de teqeziya bi domandina têkoşînê heya bi dawîkirina tecrîdê kir.

Welatiya bi navê Şeha Şêxê jî da zanîn ku bi ramanê Rêbertî ew gihaştin vê qonaxê û gelek destkeftî bi dest xisitin.

Şeha Şêxê bêdengiya rêxistinên mirovî ya der barê tecrîdê de şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku têkoşîna li ser xeta Rêber Apo berdewam bikin.

Ekrem Derwîş derbarê eynî mijarê de destnîşan kir ku ji ber Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navenda çand û felsefeyê tecrîd li ser ferz kirin.

Ekrem Derwîş di dawiyê de bang li cîhan û dewletên îdiaya aştiyê dikin kir ku destwerdanê bikin, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînîn.

Li Minbicê ji bo şikandina tecrîdê kon hat vedan

Back to top button