YPG: Kobanê bû goristana hişmendiya tarî ya DAIŞ’ê

Fermandariya Giştî ya YPG’ê jî ji bo roja Kobanê ya Cîhanî got ku “Berxwedana Kobanê, mirovahî li hemberî hişendiya tarî ya DAIŞ’ê kir xwedî yek helwestê û berxwedan bi ser ket”
YPG’ê hişîyarî da cîhanê ku “hîna xeteriya DAIŞ’ê bi dawî nebûye û êrişên dagirkeriya Tirkiyê ji bo tevahiya cîhanê pir xeternak in”
Lewra “Divê bi heman rihî piştgiriya Şoreşa Rojava bê kirin”

Bi boneya 1’ê Mijdarê, roja Kobanê ya Cîhanî, Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxwaz kir ku wekî wê rojê, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

YPGê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di demekê de kesî newêrîbû şerê DAIŞê bike û pêkanîna komkujî û jînosîdan dewam dikir, şervanên YPG û YPJ’ê li Kobanê zora wan bir û mirovahiyê jî pişta wan girt.

“Vê yekê hişt ku Kobanê bibe goristana hişmendiya tarî ya DAIŞê û li Baxozê jî kevirê dawî yê mezilê wê hat danîn”

YPG bo cîhanê: Êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser we xeternak in!

Fermandariya YPGê hişyarî da ku vê gavê xeteriya DAIŞ’ê hîna li holê ye, lewma êrişên dewleta Tirk a dagriker jî ji bo tevahiya cîhanê xeterank in.

YPG: Wekî Kobanê, xwedî li Rojava derkevin

lewra “berî 9 salan çawa mirovahî ji bo Kobanê seferber bû, divê niha jî bi heman rihî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve û dewleta Tirk rûreş bike.”

Fermandariya YPG’ê hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn û soz da ku dê Şoreşa Rojava li hemberî hemû êrişên faşîzane û paşverûtiyê biparêzin û destkeftiyan mayînde bikin.

1’ê Mijdarê Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re

Back to top button