NY ji 57 welatan re name şand ku welatiyên xwe ji Kampa Holê werbigirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di serê hefteyê de, ji 57 welatan re name şand ku hemwelatiyên xwe yên li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigirin.

Parêzera Taybet a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain piştî name ji 57 welatan re şand, rexneyên tund li Swêdê kir ku xwedî li welatiyên xwe derkeve.

Fionnuala di lîsteya welatên ku xwedî li welatiyên xwe yên li kampa Roj û Holê dernakevin, wekî “lîsteya şermê” diyar kiribû.

Li gorî Ajansa nûçeyan a Swêdê TT’yê jî, li kampa Holê 16 jin, 15 mêr û bi giştî 31 welatiyên wê li wir hene.

Back to top button