Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi hat girtin

Operesyonên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd bi rasthatina Komploya Navneteweyî re dewam dike û herî dawî Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi hat girtin.

Di 12’ê Sibatê de, hevseroka HDP’ê ya Qersê, rêveberên HDP’ê Zekî Şûr û Mehmet Nadîroglu jî di nav de, 6 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.

Ev 6 kesên ku li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan bi dawî bû, ji bo dozgeriyê hatin rêkirin.

Dozger jî piştî li îfadeyên wan guhdarî kir, bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” ew şandin dadgehê.

Heyeta dadgehê jî der barê Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi û 2 kesên din de biryara girtinê da û der heqê 3 rêveberên HDP’ê de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk, di encama operasyonan de zêdeyî 700 kesî hatine binçavkirin.

Back to top button