Foza Yûsif: Wê di warê yekîtiya netewî de xebateke hevbeş were meşandin

Foza Yusuf destnîşan kir ku di hevdîtina Serokê YNK Bafil Talabanî û PYD’ê de dijî xeteriyên li ser destkeftiyên Kurdan, girîngiya yekîtiya netewî hatiye axaftin û destnîşankirin ku PYD û YNK dikarin pêşengiya van xebatan bikin.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yusuf têkildarî serdana Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û naveroka hevdîtina wan, ji ANHA’yê re axivî.

Foza Yusuf diyar kir ku armanca serdana Talabanî destekdayîna destkeftiyên Kurdistanê ye û got: “YNK ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, xwedî helwestek netewî û pir bi hêz bû.

Em bi vê wesîleyê spasiya hemû rayedarên YNK dikin. ”

Têkildarî naveroka hevdîtinê jî Foza Yusuf agahî dan û da zanîn ku ew li ser xeteriyên li dijî çar parçeyên Kurdistanê, girîngiya yekîtiya netewî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê rawestiyan e.

Foza Yûsif: Em amade ne ji hemû xebatên xizmeta yekîtiya netewî dikin re piştgiriyê bikin

Foza Yusuf got: “Hêzên li Kurdistanê dagirker in, ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibin, di nava hevkariyê de ne.

Me wekî PYD got ku em ji hemû xebatên xizmeta yekîtiya netewî dikin re amade ne.

Hemû xebatên ku YNK di vê mijarê de dimeşîne em ê destek bikin û vê xebatê bi hevre bimeşînin.

Di pêşerojê de wê di çarçoveya stratejiya netewî, meşandina xebatek hevbeş a dîplomasiyê xebat werin kirin..

Wan jî diyar kirin ku ji vê xebatê re amade ne.

Me ev biryardarî li gel birêz Bafil Talabanî jî dît..”

Foza Yusuf eşker kir ku Bafil Talabanî diyar kiriye ku ew ê heta dawiyê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin û ev yek anî ziman: “Em li ser rola YNK’ê ya di çareseriya pirsgirêka Suriyê de rawestiyan. Birêz Celal Talabanî li herêmê xwedî rolek girîng bû. Me jî bal kişand ku YNK dikare di aramîya herêmê de rolek girîng bilîze.”

Foza Yusuf diyar kir ku li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê axivîne û got: “DAIŞ niha li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Iraqê xwe dîsa rêxistin dike.

Herdu aliyan jî bal kişand ku ev hevkarî wê were domandin.

Dibe ku di dema pêş de ev hevdîtin li Silêmaniyê jî pêk werin.”

Back to top button