Li Qamişlo şehîd Şadî Ehmed hat oxirkirin

Şeniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Şadî Ehmed li Goristana Ş.Delîl Saroxan a li Qamişlo oxir kir. Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê jî 36 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Abdulezîz Ehmed di 19’ê Kanûnê de, dema ji bo rizgarkirina hevalên xwe di çem de dikeve tevgerê şehîd dibe.

Îro li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo marasîma oxirkirina şehîd Şadî Ehmed hebû.

Di merasîme de Hevseroka Meclîsa Melbata Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelan re xwest.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Şehîd di nava diruşmeyên şehîd namirê de hat oxirkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê jî bi merasîmekê 36 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku li cih û demên cuda şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Merasîm li hola PYD a navçeyê bi beşdarbûna hêjmarek ji şêniyan û malbetên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna 36 şehîdan û nirxandinên rêber Ocalan ên li ser welatparêzî û rola li ser milê wan hate pêşkêşkirin.

Paşê, hevseroka Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û got: “Piştî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember berxwedana gerîla têk çû, çekên kîmyewî bi kar anîn.”

Merasîm bi xwendina nasnameyên 36 şehîdan û dirûşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button