Ahmet Turk: Ji bilî HDP’ê Rêber Apo û PKK’ê jî muxatebên çareseriyê ne

Salvegera 24’an a Komploya Navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nêzîk dibe. Ji wê çaxê ve û heya niha, li Tirkiyê pirsgirêka Kurdî çareser nebûye.. Serokkomarê dewleta Tirk Erdoganê faşîst, gotiye “li Tirkiyê pirsgirêka Kurdî tine ye” Li ser vê jî, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk dibêje ” Ji bo pêvajoya çareseriyê, ji bilî HDP’ê, muxateb Rêber Abudullah Ocalan û PKK’ê ne”.

Salvegera 24’an a destpêkirina Komploya Navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nêzîk dibe.

Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji hingê ve, gelek hewlên çareseriyeke aştiyane dane..

Lê her carê bi tewşiyê re rû bi rû mane..

Serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan dibêje û her dubare dike ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurdî tine ye..

Der barê vê mijarê de, hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, ê ku ji peywira xwe hatiye dûrxistin, ji ajansa ANHA’yê re axivî..

Ahmet Turk got:

“Ji bo ku pêvajoya pêvajoya çareseriyê hêsan bibe û bandoreke erênî lê bibe,,

bi nêrîna min divê Rêber Abdullah Ocalan tev lê bibe û tê de cih bigire.

Bê guman derveyî HDP’ê, Rêber Apo û PKK’ê jî muxatebên pêvajoya çarseriyê ne.”

Li ser gotina Erdogan a “li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tine ye”, Ahmet Tirk dibêje:

“Jixwe eger hin kes dibêjin pirsgirêk tine ye, tiştek ji holê tune nabe.

Tirkiye di encama komploya navdewletî de, ya li ser Rêber Apo, gihaştiye vê qonaxê.

Neteweperestî, nîjadperestî, feraseta faşîst hê li vî welatî serdest e,

û li pêşiya guhartin, veguhartin û demokrasiyê asteng e.

Eger li Tirkiyê demokrasî pêk neyê, ne pêkan e pirsgirêka Kurdî jî çareser bibe.”

Li gor Ahmet Turk, hêzên navdewletî piştî komploya li dijî Rêber Apo, erka gardiyanê daye Tirkiyê û bi hêsanî wê bi kar tînin.

Ahmet Turk da zanîn ku ji bo ku mîsyona gardiyanê bi dawî bibe, divê gel xwedî li demorasiyê derkeve.

Her wiha divê gel, bi taybetî gelê kurd, paradîgmaya Rêber Apo hembêz bikin û pêvajoyeke guhertin û veguhartinê pêk bînin.

Back to top button