Ebdulkerîm Omer: Girtina dergeha Til Koçer biryareke polîtîke

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku girtina dergeha Til Koçerê bandoreke pir mezin li rewşa mirovî, aborî dike.

Ebdulkerîm Omer diyar kri ku heke Rûsya careke din Veto bi kar bîne divê civaka navneteweyê li berdêlên derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigere.

Konseya Ewlekariyê ya NY’yê cara yekemîn di sala 2014’an de, derbaskirina alîkariyan di deriyên sînor ê Til Koçerê ji bo Sûriyê erê kir.

Di riya deriyê sînor re alîkarî li koçber û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin belavkirin.

Di 10’ê mehê de biryara derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê di deriyên sînor re bi dawî dibe.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer derbarê mijar de axivî û wiha got:

“Girtina dergeha Til Koçerê ya bi vetoya Rûsya-Çînê biryareke polîtîk e.

Her wiha dê gelek bandoran di aliyê mirovî de li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Armanca sereke ji vê vetoyê ew e ku alîkarî bi rêya Şamê derbasî herêmên me bibin. ”

​​​​​​​Ebdulkerîm Omer: Girtina dergehê bandorê li rewşa mirovî dike

Omer diyar kir ku cezayên ku li ser Sûriyê hatine birîn û negihiştina alîkariyên navneteweyî rasterast bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û wiha pê de çû:

“Aloziya mirovî ya li herêmê piştî girtina dergeha Til Koçerê û belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê li cîhanê gûrtir bû. “

Omer di dawî de hişyarî da ku heger birayra navneteweyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî di civîna îro de di bar çavan re derbas nebe dê karesateke çêbibe.

Back to top button