Erdogan: Em ê beşa duyemîn ya S-400’an ji Rûsya bikirin

Hêviyên li Amerîka têkçûn, dixwaze li Rûsya bibîne.
Li hemberî vê yekê, Serokê Komisyona Karên Derve yê Senatoya DYA Menendez, Erdogan hişyar kir û got:
Wê cezayên nû hebin.
Di demeke Serokomarê Tirkiye Erdogan yê li ser rêya Moskowê ye şêrê li rojavayê Sûrî jî gur bûye.

Enqere şikestina hêviyên xwe yên li Waşîngtonê dixwaze bi Moskowa re derman bike.

Serokomarê Tirkiye Erdogan ku dest vale ji Waşîngtonê vegeriya, li dijî rêveberiya Serokê DYA Joe Biden aciziya xwe anî ziman.

Erdogan di beşa duyemîn ya hevpeyvîna xwe ya li gel qenala CBS News de, anî ziman ku tevî daxwaza wan ya hevdîtinê lê ti encamên erênî negirtin.

Erdogan anî ziman ku ew ê di hevdîtina xwe ya li Moskowa de beşên nû yên S-400 bikirin.

Piştî van daxuyaniyan, ji Koşka Spî û Wezareta Karên Derve ya DYA bertek derketin.

Senetor Menendez banga pêkanîna cezayên li ser Tirkiyê kir

Herî dawî Serokê Komisyona Karên Derve yê Senatoya DYA Bob Menendez derbarê gotinên Serokomarê Tirkiye de nirxandin kir.

Menendez di daxuyaniya dayî de got;

Dema ku me cezayên Qanûna Têkoşîna Li Dijî Dijberên Amerîkayê (CAATSA) dinivîsan em zelal bûn.

Her rêxistineke bi Rûsya yan îstixbareta wê re kar bikin, dikevin çarçoveya pêkanîna van cezayan.

Kirîna Tirkiye ji beşeke nû S-400 an, divê were wateya cezayên nû.

Erdogan li ser rêya Soçî ye

Di nava van gef û aloziyan de, serokomarê Tirkiye Erdogan 29’ê Îlonê li ser rêya Rûyaya ye.

Erdogan wê li bajarê Soçî bi Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Di hevdîtinê de, wê mijarên Sûriye, Efxanistan û Lîbya werin nirxandin.

Hemwextî van hevdîtinan, li rojavayê Sûrî şerê navbera artêşa hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirkiyê de gur bûye.

Li Idlibê, balafirên şer yên Rûsî bê navber li asîmanan difirin û xalên çeteyan bombebaran dikin.

Faysal Miqdad: Tirkiyê sûcên şer dike û bûye çavkaniya komên terorîst

Wezîrê Karê Derve yê Sûrî Faysal Miqdad jî li bajarê New Yorkê beşdarî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Miqdad anî ziman ku dewleta Tirk sûcên şer û karê dij-mirovahiyê dewam dike û got:

“Tirkiyê li deverên ku dagirkir kirine maf û jiyana mirovan binpê dike.

Siyaseta Tirk-kirinê dimeşîne.

Bûye çavkaniya komên terorîst û destekê dide wan.

Av li ser bêtirî milyonek şêniyên Hesekê birî ye.

Bi darê zorê dihêle ku gel koçber bibe.”

Back to top button