Cebhet El-Ekrad bi daxuyaniyekê du fermandarên xwe Bakur û Yusif Ebû-Nûr di 6`emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn.
Nivîsgeha ragihandinê ya hêzên Cebhet El- Ekrad derbarê salvegera 6. a şehadeta du fermandarên xwe Bakur û Yûsif Ebû Nûr ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê de şehîd bûbûn daxuyanî da..
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Her du fermandarên me di 7’ê Nîsana 2016’an de di şerê li dijî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûn û di ser şehadeta wan re 6 sal derbas bûn..
Di salvegera şehadeta we de,em biryara xwe nû dikin û soz didin ku li hember hemû zehmetiyan bi ser bikevin û armancên we pêk bînin.”