Li Fransa hêzên ewlekarî û siyasî hatine pêşberî hev

Li Fransayê polîsê ku tundî li ciwanekî 21 salî kiribû hat girtin. Hêzên ewlekariyê bertek nîşanî girtina hevkarê xwe dan û dest bi grevê kirin.
Bi vê grevê re hêzên ewlekarî û siyasî hatin pêşberî hev.

Li Fransayê ji ber tundiya polîsan di navbera siyaset û hêzên ewlekariyê de aloziyên nû derdikevin.

Polîsê ku di xwepêşandanên li Fransayê de li dijî ciwanekî 21 salî tundî kar anîbû hatibû girtin.

Hêzên ewlekariyê li dijî girtina wî polîsî dest bi grevê kirin.

Midûrê Polîsan bertek nîşanî binçavkirina wî polîsî da û got:

“Ji ber ku ew di girtîgehê de ye em nikarin bi rahetî birazên.

Bi giştî eger polîsek di karê xwe de sûcekî giran bike jî, divê beriya dadgehkirineke muhtemel neyê girtin.”

Midûrê Polîsan ê Parîsê Laurent Nunez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsek parve kir û got:

“Me bi Midûrê polîsan re li hev kiriye.”

Her wiha Sendîkayên polêsan jî piştgirî dan hevkarên xwe yên ku li Marsîlyayê ketine grevê.

Serokê Partiya Sosyalîst Olivier Faure jî bertek nîşanî greva polîsan da.

Faure diyar kir ku şefê polîsan xwe li ser dadwerî û edaletê dibîne û ev jî pirskirêkek cidiye.

Li Parîsê polîsan ciwanekî 17 salî kuşt

Back to top button