Li Pakistanê di êrişa Talîbanê de 6 polîs mirin

Li bakurê rojavayê Pakistanê, hêzên Talîbanê li ber polîsan kemîn danî û 6 polîs kuştin.

Tarikullah Xan ku yek ji berpirsê îdarî yê parêzgeha Xyber Pakhtunxwa ye daxuyanî da nûçegihanê AFPê û got;

Di êrîşa çekdarî da 6 polês hatin kuştin.

Hate ragihandin ku danê sibehê kesên çekdar li pêşiya wesayîta polîsan a li gundê Şebab Hel digeriya, kemîn danîne.

Tevgera Talîban a Pakistanê (Tehrik-i-Taliban Pakistan-TTP) êrîş li xwe girt.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku endamên TTP’ê yên êrîş pêk anîne bêyî ku ti windahî bidin vekişiyane.

TTP xwe wek komeke ji Talîbana Efxan xwe cuda nîşan dide.

Lê îdeolojî û dîroka wan yek e.

TTP’ê bi taybetî di navbera salên 2007-2014’an de li Pakistanê gelek êrîşên giran pêk anî.

Pakistan îdia dike ku TTP ji axa Efxanistanê êrîş organîze kiriye.

Kabul van sûcdariyan red dike.

Di meha Gulanê de bi navbeynkariya Efxanistanê danûstandinên di navbera nûnerên Pakistanê û TTP de dest pê kiribûn.

TTP di Hezîranê de “heta daxuyaniyeke din” agirbest îlan kir.

Lê belê dema ku agirbest dewam dikir, şerê di navbera aliyan de didome.

Back to top button