Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 61 roj in didomin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ derbasî meha xwe ya 3. bû.
Di salvegera xwepêşandanên 2019’an de çalakî berfirehtir dibin..
Tevî zext û tundiya hêzên dewleta Îranê, welatiyan di roja 61’an de jî çalakî domandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de du mehin bi pêşengtiya jinan û ciwanan çalakî dewam dikin.

Hêzên dewleta Îranê bi qetilkirin, êşkence û tundiyê dixwaze gel bitirsîne û serhildanê bitepisîne..

Dewleta Îranê kuştin û girtina welatiyan didomîne

Di xwepêşandanên duh yên li Rojhilatê Kurdistanê de du welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin.

Tevî vê yekê jî welatiyan careke din guh nedan gefên dewletê û çalakiyên xwe domandin.

Bi banga xwepêşanderan a di salvegera xwepêşandanên bi xwîn yên sala 2019’an de, li gelek bajaran çalakiyan û grev hatin destpêkirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gireva giştî û çalakî heye

Li bajarê Urmiye, Sine, Bane, Seqîz, Merîwan, Dîwandere, Kamyaran, Şino, Mihabad, Bokan, Kirmanşan û gelek deverên din gel heya derengiya şevê li qadan bû.

Di çalakiyan de welatiyan agir dadan û rêyên nava bajar bi bilokan giritin.

Îro jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û dakerin qadan.

Welatiyên li bajarê Kamîranê li ber deriyê çalakgerê bi destê dewletê hatî qetilkirin Foat Mihemedî kombûn û dirûşmeyên ‘Şehîd nemirin’ berzkirin.

Hêzên dewletê êrişî welatiyan kirin û dengê çekan bilind bû.

Heman demê li bajarên Tehran, Reşîd, Şîraz, Yezd, Hemedan, Bende Ebas, Esfehan, Zahîdan, Erak, Gurgan, Meşhed, Kirman û gelek bajarên din yên Îranê çalakî hatin li darxistin.

Di gelek çalakiyan de jî welatiyan careke din dirûşmeya ‘Bimre dîktator’ berzkirin.

Li wir jî hêzên dewletê êrişî welatiyan kirin lê hêj derbarê êrişan de agahiyeke zelal nehatiye parvekirin.

Li aliyê di xwandekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê Îro jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, azad’ li qadan bûn.

Beşek ji sendîkayên karkeran jî piştgiriya vê grevê kirin û nerazîbûnên xwe nîşandan.

Her wiha sendîkaya karkeran a Neyşkerî Heft Tepe bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo banga xurtkirina hewldanên berdana girtiyên siyasî, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanan nîşandan.

Hjayî gotinê ye ku biryare di salvegera xwepêşandanên bi xwîn yên sala 2019’an de îro û sibe jî çalakî û xwepêşandan berdewam bin.

Back to top button