Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, yek ji serhildanên herî demdirêj pêk tê.
Serhildana Jîna Emînî îro 60 rojên xwe tejî dike.
Tevî kuştina bêtirî 300 kesan û binçavkirina bi hezaran, li welat agirê serhildanê geş dibe.
Niha gelên li Îranê xwe ji bo sêyemîn salvegera xwepêşandanên 2019’an amade dikin û dixwazin hîn zêdetir serhildanê berfirehtir bikin.

Ev 60 rojin, xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi vê dirûşmê li qadanin.

Serhildana Jîna Emînî îro 2 mehên xwe tejî kir.

Piştî jina Kurd Jîna Emînî 14’ê Îlonê ji aliyê Polîsên Exlaqê e hat binçavkirin û 16’ê mehê hate kuştin, xwepêşandanên li welat despê kir.

Duh jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xelk daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşandan.

Di sala 2019’an de piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê û xirabûna rewşa jiyana welatiyan, li zêdetirî 100 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan lidar xistibûn.

Li gorî bilançoyan navbera hezar heta hezar û 200 kes di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da bûn.

Serhildana 60 roje dewam dike

Duh ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di 15’ê Mijdarê de ango îro banga berfirehkirina xwepêşandanan hate kirin.

Ji bo bîranîna qurbaniyên xwepêşandanên sala 2019’an tê payîn ji îro ve li seranserê Îranê çalakiyên berfireh werin lidarxistin.

Bi vê bonoyê bi rêya belavokan û torên civakî, banga berfirehkirina xwepêşandanan tê kirin.

Duh bi şev jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî dewam kirin.

Xwendekarên zanîngehan carek din doh bi şev li qadan bûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn.

Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ve hatine parvekirin heta niha bêtirî 330 kes hatine kuştin.

Di nava van de jin û zarok jî hene.

Li gorî mixalefetê jimara rast ji ya hatî ragihandin gelek zêdetir e.

Back to top button