Brîtanya biryar da hêzên xwe ji Malî vekişîn e

Piştî Fransa niha Brîtanya jî leşkerên xwe ji Malî dikişîn e.
Brîtanya, bi hinceta bêîstiqrariya siyasî ya li Malî ragihand ku ew ê leşkerên xwe ji dema plankirî zûtir ji vî welatî vekişînin.

Malî roj bi roj derbasî bin kontrola hêzên “Grupa Wagner” dibe.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê James Heappey di daxuyaniya xwe ya ji bo parlamenterên li Meclîsê de ragihand ku ew ê nêzî 300 leşkerên Îngilîz ên ku di çarçoveya Mîsyona Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de şandine Maliyê, vekişînin.

James Heappey got;

Du derbeyên li Malî di nav sê salan de hewldanên navneteweyî yên ji bo pêşvebirina aştiyê qels kirin.

Heappey îdia kir ku hikûmeta Malî bi fîrmaya ewlekarî ya Rûsî “Wagner Group” re dixebite û got,

“Grûpa Wagner bi binpêkirinên girseyî yên mafên mirovan ve girêdayî ye.

Hevkariya hikûmeta Malî bi Koma Wagner re aramî û ewlehiya mayînde li herêma wan têk dide.”

Heappey operasyona li Malî wekî “mîsyona herî xeternak a aştiyê ya cîhanê” bi nav kir û diyar kir ku ji sala 2013’an ve 288 leşkerên NY li vir jiyana xwe ji dest dane.

Fransa jî dest bi vekişîna hêzên xwe ji Malî kiribû

Hikumeta Malî piştî îdiayên ku hêzên Fransa peymana 2014’an hatî îmzekirin binpê dike, têkliyên xwe qut kir.

Krîza yekem a di navbera her du welatan de bi îdîaya ku çeteyên Wagner li Malî bi cih bûne dest pê kir.

Piştî îdiayan Fransa Cotmeha 2021’an ve biryara vekişna hêzên xwe ji wî welatî da.

Fransa di 19’ê Nîsanê de ji lûtkeya Gossî ku nêzî 300 leşker lê bûn, vekişiyabû.

Piştî Gossî 13’ê Hezîranê dest bi vekişandina leşkerên xwe ji Menaka kiribû.

Back to top button