Piştî hibijatinê û encamên wê, zextên AKP’ê li ser gel zêdetir bûne.Hem girtin û binçavkirin, hem jî ferizkirina sîxurtiyê li ser ciwanan tê kirin. Li Edeneyê, bi darê zorê, bi gef û zextên polîsan li zarok û ciwanên kurd sîxurtî tê ferzkirin.
Li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê, sîxurtî li zarok û ciwanên kurd tê ferzkirin.
Polîs, li nava kuçe û kolanan zarok û ciwanan disekinînin û bê-sedem wan derb dikin an jî binçav dikin.
Yek ji van ciwanan jî Selman Şen e.
Şen, di 14’ê Sibatê de hatiye binçavkirin û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatiye berdan.
Şen, diyar kir ku di dema binçavkirinê de polîsan ew derb kiriye û gef lê xwarine.
Her wiha diyar kir ku piştî vê tim polîs wî dişopînin û got:
“Polîs tim li taxê ne. bê sedem me disekînin, me derb dikin û bi mirinê gefan li me dixwin.
Dixwazin ciwanan bikin sîxur.