Rêxistina Mafên Mirovan “dewleta Tirk a dagirker sûcên şer pêk aniye”

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa, êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî weke sucên şer bi nav kir.
Evîn Cumaa diyar kir ku ji bo rê li ber sûcên şer were girtin divê Meclisa Ewlekariyê hêzên navdewletî bişîne herêmên hatine dagirkirin da ku şêniyên resen vegerin cih û warê xwe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û heta niha bêserûber sûcên şer dike.

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û ROjhilatê Sûrî weke sucên şer bi nav kir û diyar kir ku dewleta tirk sivîl û xebatkarên tenduristiyê dike hedef, çekên qedexekirî wek Fosfora Spî bikar anî û malên sivîlan talan kir.

Evînê destnîşan kir ku ev kiryar her çar Hevpeymaniyên Cinêvê û Protokolên wê, binpê dike.

Evîn Cumaa ragihand ku gelek belgeyên ku binpêkirinên çeteyên dewleta tirk dide xuyan kirin di destê wan de hene û got:

Gelek caran çeteyên dewleta tirk bi dehan dîmen li ser torên civakî belav kirin û tê de kûştina birîndaran û darvekirina wan nîşan didan.

Evîn Cumaa eşker kir ku li ser sûcên dagirkeriya Tirk rapor ji gelek rêxistinên peywendîdar, parêzerên mafê mirovan, navendên lêkolînên qanûnî û komîteyên lêgerîna rastiyan a NY re şandine.

Evîn Cumaa ragihadn ku hewlesta wan erênî bûn, lê heta niha di pratîkê de ti gav nehatine avêtin.

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN
EVÎN CUMA: DIVÊ ŞÊNÎ VEGERIN MALÊN XWE

Hevseroka Rêxistinên Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma bang li Meclisa Ewlekariyê kir ku hêzên navdewletî bişîne herêmên dagirkerî da ku şêniyên resen vegerin cih û warê xwe.

Leave a Reply

Back to top button