Li Geverê gelek ciwan hatin binçavkirin

Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de gelek ciwan bi êşkenceyê hatin binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de bi dehan ciwan hatin binçavkirin.

Polîsên tîmên taybet di dema serdegirtinê de cam û deriyên malan şikandin.

Êşkence li mirovan kir.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Yuksekovayê.

Ji kesên hatin binçavkirin ên navên wan hatin hînbûn bi vî rengî ne:

Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal, Mûstafa Bor.

Back to top button