30 berakiyên nan li taxên Hesekê tên danîn

Gerînendetiya Firinan a Hesekê bi armanca rê li pêşiya qerebalixa li pêşiya firinan bigire, 30 berakiyên nan li taxên bajêr danîn.

Ev berakî wê rojane bi rêya komînên li taxan û li gorî hejmara endamên her malbatekê nan belav bikin.

Birêveberê Firinan yê Hesekê Raad Mihemed diyar kir ku niha 7 berkî gihaştine destê wan û ew ê li taxên Salihiyê, Til Hecer, Nasra û Ezîziyê deynin

Mihemed da zanîn ku wê hersê komîn girêdayî berakiyan bin û nan bi rêya kartan li şêniyan were belavkirin.

Back to top button