Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk li kuştina 14 Kurdan mikur hatin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk bi pev dikevin û bi xwe rastiya hev eşkere dikin. Di vê çarçoveyê de 3 çeteyên dewleta Tirk li kuştina 14 sivîlên Kurd mikur hatin. Her wiha piştî zêdeyî 2 salan, nû çarenûsa jineke revandî hat eşkerekirin.

Ji bilî dizî, revandin, kuştin û hemû sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî dike, çeteyên xwe jî bi hev dide şer kirin.

Her tim çeteyên Tirkiyê xwe bixwe pev dikevin, vê carê jî ji ber şer, êdî li sûcên hev mikur tên.

Malpera Afrîn Post ragihand ku di encama şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de, 3 çete li kuştina 14 şêniyên Kurd mikur hatin.

Piştî zêdetirî 2 salan, çarenûsa jineke revandî hat eşkerekirin

Piştî revandina jina Kurd a bi navê Nazliyê Nehsan bi 2 salan, nû çarenûsa wê hat eşkerekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 12’ê Tebaxa 2018’an 2 xwîşkên hev, Nazliyê û Firyal Nehsan ên ji gundê Xelnêrê yê girêdayî navenda bajêr, revandine.

Firyal, piştî revandina wê bi 7 mehan hatibû berdan. Lê çarenûsa Nazliyê heta niha jî nediyar bû.

Herî dawî çavkaniyên herêmî ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê re eşkere kir ku, ew di girtîgeheke dewleta Tirk a li gundê Maratê de girtî ye.

Rêxistinê da zanîn ku Nazliyê, di nava wan 11 jinên ku 18’ê Gulana îsal di girtîgeha çeteyan hatine dîtin de bû.

6 şêniyên revandî li beramberî 850 L.T hatin berdan

Rêxistinê her wiha ragihand ku çeteyan, li beramberî 850 L.T, 6 şêniyên jê yek jin ên ji gundê Çolaqa yê Mabatayê ku ew revandibûn, berdan.

Back to top button