Jozêf Lehdo: Em li ser kolandina 100 bîrên din dixebitin

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo diyar kir ku ew aniha li ser kolandina 100 bîrên din dixebitin da hema hema pirsgirêka avê li Hesekê were çareserkirin. Lehdo da zanîn jî ku sedema aloziya avê jixwe dewleta Tirk e û bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî kir ku rê li pêşiya sûcên wê bigirin.

Piştî stasiyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat rawestandin, bi hezaran şêniyên Hesekê bê av mane.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo axivî.

Lehdo diyar kir ku piştî stasyonên avê yên herêmê ketin bin kontrola artêşa Tirk a dagirker, wan hin projeyên demkî ji bo alîkariya şêniyan danîn.

Lehdo eşkere kir ku wan 100 bîr li herêma Hime kolandin, di nava hefteyekê de 25 bîr hatin amadekirin.

Jozêf Lehdo da zanîn ku projeya wan wê pirsgirêkê ji bingehê ve çareser nake û amadekariyên kolandina 100 bîrên din tên kirin.

Jozêf Lehdo: Qutbûna ava Hesekê siyaseta dijminahî ya dewleta Tirk e

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê geşedanên siyasî yên girêdayî ava Hesekê jî axivî.

Lehdo dibêje:

Sedema sereke ya pirsgirêka avê li bajarê Hesekê, siyaseta dijminahî ya dewleta Tirk a li dijî tevahiya pêkhateyên herêmê ye..

Aniha jî derdora 2 milyon kes ji ber siyasetên hovane yên dewleta Tirk bi xeteriyê re rû bi rû mane.

Jixwe Rêxistinên hiqûqî û mirovî û civaka navneteweyî jî vê pirsgirêkê paşguh dikin.

Jozêf Lehdo di dawiyê de bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî kir ku çareseriyekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re bibînin, bi taybet qutkirina avê..

Back to top button