Nifûsa cîhanê gihişt 8 mîlyarî

NY ragihand ku jimara nifûsa cîhanê bû 8 mîlyar.
Ev zêdebûn wê di halî hazir de bandoreke hîn zêdetir wê li herêmên ku çavkaniyên jiyanî lê kêmin bike.

Neteweyên Yekbû yî (NY) ragihand ku di 15’ê Mijdarê de nifûsa cîhanê gihîştiye 8 mîlyarî.

Dîrektorê yekîneya nifûsê ya NY John Wilmoth diyar kir ku ev “destkeftiyek mirovahiyê ye” û got,

“Lê ji bo paşeroja me jî xeteriyek mezin e.”

Li gorî daneyan di 11 salên dawî de, nifûsa cîhanê 1 milyar zêde bûye.

Pêşbîniyên NY pêşbînî dikin ku nifûsa cîhanê di sala 2080 de 2,4 milyar zêde bibe û bibe 10,4 mîlyar.

Û heta dawiya sedsalê dê di vê astê de bimîne.

Li gorî NY, nifûsa cîhanê wê 2030’an bibe 8,5 milyar û 2050 jî bigihêje 9,7 mîlyarî.

Zêdebûna nifûsê re gihiştina çavkaniyên jiyanî zehmet dibe.

Ji Navenda Cîwerengiya Biyolojîk li Dewletên Yekbûyî Stephanie Feldstein ji Reutersê re got,

“Her kes hewceyê sotemenî, xwarin, av û xaniyek heye lê bimîne.”

Welatên Afrîka di xeteriyek mezin de ne

Li gorî pisporan, bi taybetî li welatên Afrîkayê ku mezinbûna nifûsa herî mezin tê pêşbînîkirin, wê zexta çavkaniyê were hîskirin.

Hate diyarkirin ku welatên herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûne û hewcedariya wan bi fînansa avhewayê heye jî di vê komê de ne.

Enstîtuya Awistralya ji bo Aborî û Aşitiyê diyar dike ku nifûsa welatên li jêr sehraya Afrîkayê, nêzîk 738 mîlyon kes nikarin xwarina pêwist bidest bixin.

Tê pêşbînîkirin ev jimar heta 2050’an ji sedî 95 zêde bibe.

Welatên dahata navîn ku piraniya wan li Asyayê ne, 11 salên dawî ji beşeke girîng a vê zêdebûnê berpirsyar in.

Hindistana ku nifûsa wê 180 mîlyon zêde bûye, tê payîn sala bê vê sernavê ji welatê herî qelebalix ê cîhanê Çînê bigire.

Dema ku nifûsa li deverên cîhanê zêde dibe, rêjeya jidayikbûnê bi domdarî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ewropa û Japonyayê kêm dibe.

Çîn a ji 2016’an ve dest ji polîtîkaya xwe ya yek-zarokî berda, sala borî malbatan teşwîq kir ku zaroka xwe ya duyemîn an jî sêyemîn çêkin.

“Pirsgirêka herî mezin mezaxtinên bêserûber yên dewlemendan e”

Her çend nifûsa cîhanê ya ji heşt mîlyaran dibe sedema fikaran, gelek pispor diyar dikin ku pirsgirêka rastîn ji hêla dewlemendan ve zêde serfkirina çavkaniyan e.

Seroka Fona Nifûsê ya NY (UNFPA) Natalia Kanem, dibêje:

“Hinek ji ber zêdebûna jimara nifûsa cîhanê bifikarin…

Ez dixwazim eşkere bikim ku jimara mirovan tenê ne sedema tirsê ye.

Ji jimra me zêdetir, ya girîng çawaniya tevgerkirina me ye.”

Back to top button