Dewleta Tirk di salekê de zêdetirî 154 zarok kuştin, 187 birîndar kirin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku ji 20’ê Çileya 2018’an ve bi destê dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûrî zêdetirî 154 zarok hatine kuştin û 187 jî birîndar bûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku, 83 zarok di dema bi malbatên xwe re koçî Tirkiyê dibûn, bi destê Cendermeyên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gorî raporê di êrîşên Dewleta Tirk li ser Efrînê jî, 19 zarok hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn..

Her wiha piştî ku di 9 Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser Bakurê Sûrî kir, 25 zarok şehîd xistin û 42 jî birîndar kirin.

Li herêmên din yên dewleta Tirk dagir kirine jî di êrîşan de 26 zarok şehîd bûn û 62 zarok jî birîndar bûn.

Li gorî navendê par li Til Rifatê jî zarokek di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da û 15 zarok jî birîndar bûn.

Îro jî 8 zarokên din li Til Rifatê ji bi destê dewleta Tirk hatin kuştin.

Tevî yên îro di salekê de herî kêm 162 zarok ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin û 187 jî birîndar bûn.

LI SER SÎNOR: 83 ZAROK

LI EFRÎN: 19 ZAROK

LI GIRÊ SPÎ Û SERÊ KANIYÊ: 25 ZAROK

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ: 26 ZAROK

LI TIL RIFATÊ: 9 ZAROK

Leave a Reply

Back to top button