Şertên pêkanîna xala 4. û 5. yên NATO çi ne ?

Di demekî ku Rûsya êrişên xwe yên li ser xaka Ukrayna dewam dike de, NATO ketiye tevgerê.
Êrişa li ser gundekî Polonya, şertên xala 4. û 5. yên NATO xist rojevê.
Ev xalên ku ji bo NATO weke xeta sorin çi li nava xwe digre jî di vê nûçeya me de em hîn bibin.

Şevê din bi moşekan êrişek li dijî Polonya pêk hat.

Rêveberiya Warsow, hikumeta Moskow ji vê yekê berpirsyar nîşan dide.

Lê Wezareta Parstinê ya Rûsya ev îdia red kirin.

Hemwextî vê yekê, şertên xala 4. û 5. ya NATO yê ketin rojeva çapemeniya cîhanê.

Eger hat û piştrast bû Rûsya ev êriş pêk aniye wê xala 5. a prensîba parastina kolektîf ya NATO bikeve meryetê.

Li gorî xala navborî êrişeke li ser endamekî NATO weke êrişa li ser tevahî endaman tê destgirtin.

Dîplomatên Ewropî diyar kirin ku wek pêşgotina biryareke wiha, Polonyayê li gorî xala 4 a peymanê daxwaza civîneke NATOyê kiriye.

Ev xal jî tê wateya ji bo şêwira endamên hevalbend û hîn dema bêtir ji bo tevgerê li hember xetera ewlehiyê ye.

Xala 5. a NATO bingehê hevpeymaniya navbera NATO yê nîşan dide.

NATO ya Nîsana 1949’an li dijî Yekîtiya Sovyet û Biloka Rojhilat hatî damezirandin xala 5. ji xwe re weke kevirê bingehîn nîşan dide.

Ev yek weke xala herî bihêz jî tê dîtin.

Li gor xalê wiha tê gotin:

Alî, li Amerîkaya Bakur yan Ewropa di dema êrişeke li dijî welatên endamên NATO wê weke êrişeke lidijî tevahî endaman were dîtin.

Di xala 4’an a NATOyê de wiha tê gotin:

“Endamên îtîfaqê dema ku li gor nerîna her kesî yekparçetiya axê, serxwebûna siyasî an ewlehiya yek ji endaman bikeve xeterê, wê bi hev re bişêwirin”.

Çend saet piştî êrişa li Polonyayê, du dîplomatên Ewropî diyar kirin ku Polonyayê daxwaza civîneke NATOyê kiriye da ku li gorî xala 4’an bişêwire.

Demeke sînordarkirî ya ji bo van şêwiran ne hatiye diyarkirin.

Ev yek jî pirsa gelo şerê li Ukrayna wê xala 5. bixe tevgerê derdixe pêş.

Piştî êrişa 11’ê Îlona 2001’an li ser New York û Washingtonê, xala 5’an a NATO’yê hate aktîfkirin.

Back to top button