Doza êrişa li dijî avahiya Kongresê,
Birina belgeyên veşartî yên Koşka Spî,
Û nerazîbûna hin endamên Komarger..
Tevî van astengiyan jî Dolnad Trump namzetiya xwe a ji bo hilbijartinên 2024’an eşkere kir.
Beriya demekê serokê berê yê Amerîkayê Donlad Trump ragihand ku ew ê 15 Mijdarê mijareke girîng eşkere bike.
Ji rojê ve hema raya giştî ya Amerîka û hem jî cîhanê dizanîbû ku mijara Trump behsa wê dike, hilbijartinên serokatiyê ne.
Û ev pêşbînî di cih de bû.
Lewma doh Trump ragihand ku ew ê ji bo hilbijartinên 2024’an careke din bibin namzet.
Lê berrevajî, hilbijartinên 8’ê Mijdara 2016’an, diyare ku vê carê şansê Trump ê serkeftinê kêm e.
Ji ber ku li pêşiya wî gelek astengî hene.
Ji wan,
Doza êrişa li dijî avahiya Kongresê ya sala 2021’an.
Mijara birina belgeyên veşartî yên Koşka Spî.
Û zêdebûna dengên nerazîbûnan di nava Komargeran de.
Herî dawî cîgirê wî Mike Pence gotibê, namzetiya Trump ne biryareke di cih de ye.