Hiqûqnas Xalid Cebir bang li CPT kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa Rêber Ocalan nas bike.
Xalid Cebir diyar kir ku kirinên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Apo û hevalên wî pêk tîne derqanûnî ne û ev got:
” Dewleta Tirk her tim qanûnan nemaze yên girtiyên siyasî, bin pê dike.
Û mafên mirovan li welat gihandiye rewşeke metirsîdar.”
Cebir da zanîn tevî ku CPT rapora xwe derxist û tê de gelek sûc belge kirin, lê dîsa jî dewleta Tirk binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne.
Û dawiyê bang li CPT kir ku bi lez destwerdanê bike da ku rewşa rêber Ocalan nas bike û erka xwe pêk bîne.